Dengê Amerîka ▪ Kurdish
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Hikumet kuştina parezgerê di dadgehkirina Seddam de şermezar kir

21/10/2005

Piştî carek din yek ji parezgerên dîktatorê berê yê Îraqê Seddam Huseyn hate kuştin parêzgerên wî û heft bergumanên din yên pê re têne dadgeh kirin daxwaza parastineke qewîtir kirin.

Roja Înê ev daxwaz hate kirin piştî ku hikumet kuştina Sadûn El Cenabî, parezgerê yek ji heft bergûmanên di dadgehkirinê de bû, şermezar kir.

Ji birîna cendekê El Cenabî dîyar bû ku roja Înê, rojek piştî ku çekdar ew ji nivîsxaneya wî revandin li Bexdayê gulle berdane wî.

Di vê navê de Sekreterê giştî yê Yekîtîya Ereban Emr Musa, bi oldarên Ereb re roja Înê li Bexda kom bû.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din