Karbidestên hilbijartina Îraqê dibêjin bi referandûma li destpêka vê mehê destûrnameya welatî ji alî dengderan ve hatîye pejirandin
Raspêrîya Hilbijartinê ya Iraqê îro (Sêşem) ragihand ku dengderên Îraqê bi 78 li sedî beramber 21 li sedî destûr pejirand.
Li du parêzgehên Ereban ku piranî Sinne ne, li Enbar û Selahaddîn zêdeyî 2/3 yê dengderan dengê ‘Na’dane destûrî.
Eger 2/3 dengderan piştevanîya destûrê nekira destûr nedihate pejirandin.
Karbidestên hilbijartinê dibêjin wan tu delîl nedîtine di derbarê nerêkîyan de û wisa bawer in ku deng ji sedî sed rast hatine jimartin.
Karbidest dibêjin Îro sibehê otomobîleke bombebarkirî hatîye teqandin li Silêmanîye ya ku piranîya gelê lê dijî Kurd in li nêzî avahîyên hikumeta herêmî. Di encama vê êrîşa xwekuj da neh kes hatine kuştin. Li Bexdayê jî bombeyeke li kêleka rê veşartî hate teqandin li ber karwana otomobîlên leşkerî yên Amerîka û di encamê de sîvîlek hate kuştin.
Karbidestên Amerîka ragihandin ku li derveyê Felluceroja Înê du serbazên marîn yên Amerîkî hatin kuştin û bi vî awayî hejmara kuştîyên Amerîkî li Îraqê gihîştîye nêzî du hezar kesan.