Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Tevî destûdarê tengavîyan li Fransayê alozkarî berdewam in

09/11/2005

Li ser hindê re ku derketina derve ya bişev hatibû qedexekirin ji bo ku dizî û talanbirinên van du heftîyên buhurî  bêne sekinandin, lê dîsa jî tundutujî ranewestîyane li gelek bajêrên Fransa.

Xortên turebûyî bişev li hawîrdorê Fransa  zêdeyî 600 otomobîl şewitandin.  Şeva berî wê jî dîsa zêdeyî şeşsed otomobîl hatibûn şewitandin.  Polîs dibêjin 204 kes hatine girtin ji ber wan alozkarîyên ji alî xortên misilman yên bi esilê xwe ji bakûra Efrîqayê ne ve têne kirin.

Li jimareke bajêrokan derketina derve ya bişev û  her wisa li bajêrokê Amiens firotina gazê li xortan hatîye qedexe kirin da şewitandina avahî û otomobîlan bêne rawestandin.. 

Li bajêrê Lyon li başûra Fransa karbidest naçar bûn ku hemu sîstama hatin û çûna bi trêna binê erdê bigrin ji ber ku roja Sêşemê li bingeheke rawestinê bombeyeke agir teqîya.  Tê ragihandin ku tu kes birîndar nebûye.

Serok wezîr Dominique de Villepin îro (Çarşem) rewşa tengavîyê ragihand  ku piranîya bajêrên mezin yên Fransayê vedigre.  Wî roja Sêşemê jimareke bizavên hikumetê ragihandin ji bo çareserkirina pirsên ku gelek Fransî ew egeran wek bingehên wan alozkarîyan destnîşan dikin ku dibêjin ew eger, bêkarîya gêncan, xwendîngehên hejar û ferq û  cudahî ne.   



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Hevpeyvîneka taybet digel cêgirê wezîrê bazirganî yê Amerîkî  Audio Clip Available  Video clip available

  Babetên din
Berbijarê Partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîkî gehişte Iraqê
Serheldayên Kurd çiyagerên Elman serbest berdan
Balyozê Amerîkî li Iraqê seredana Herêma Kurdistanê kir  Audio Clip Available
Obama Seredana Afganistanê kir
Gordon Brown û rêberên Iraqî li Bexda kom bun
Iran û Turkiye deverên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran diken.   Audio Clip Available
Se’d El-Herîrî seredana Iraqê kir
Li jimareka hêrişên xwekujî bi kêmî ve 37 kes li Iraqê hatin kuştin
Serokê Sudanê bi tawanên şerî hate gunehbar kirin
Neh serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin
Rêberên Israelî û Felestînî li Parîs kom bun
Tony Snow koça dawî kir
Rûsya û Çîn deng da dijî danana toleyan li ser Zimbabwê
Serok wezîrê Turkiyê seredana Iraqê kir  Audio Clip Available
Amerîka û Israel hujdarî da Iranê
Li ser sînora Iran û Turkiyê du serhildayên Kurd hatin kuştin  Audio Clip Available