Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Serokê Iraqê Talabanî digel Papa Benedictî kombû

10/11/2005

Serokê Îraqê Celal Talabanî li demê serêdana xwe ya şeş rojî bo Îtalyayê, li Vatîkanê digel Papa Benedictî kombû.

 

Civîna Birêz Talabanî li roja Pêncşembî libin parastineke tund, du û nîv mehan paş kombûna Papayî digel wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li ser azadîyên olî bû.

 

Papa Benedictî alozîya xwe înaye ziman ji rewşa azadîya olî li Îraqê. Destûra ku li vê dawîyê hatî qebûl kirin, Îslamê wek jêdereke qanûna Îraqê destnîşan diket. Nêzîkî sê ji 100ê ji 26 mîlyon Îraqîyan Mesîhî ne.

 

Serokê Îraqê li roja Duşembî dest bi seradana xwe bo Îtalyayê kir. Birêz Talabanî ji rêberên Îtalyayê xwest ku 3,000 serbazên wan heta dawîya sala têt li Îraqê bimînin.

 

Li Îtalyayê li sala têt hilbijartinên parlamentoyê tên kirin û serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlusconi libin sengîyê ye ku wê hêza Îtalyan ji Iraqê vekêşît.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye

  Babetên din
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available
Çekdarê nenas dadwerekî Iraqî di otomobîla wî da kuşt
Yekîtîya Ewropayê hilbijartina serokatîyê ya li Zimbabwe wek ne rewa dide nasîn
Du çekdarên Ensar'l Îslam li Pêncwîn hatin kuştin