Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Pêşnîyarek ji bo çareserkirina pirsa bernameya navokî ya Îranê

10/11/2005

Dîplomat dibêjin Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî û Yêkitîya Ewrûpî amade ne ji bo pêşkêşkirina pêşnîyareke rêkkeftinê bo Îranê ku dê rê bidete hikûmeta Tehranê ku yêk ji qonaxên pêşîn yên çêkirina kelûpela pêwîst ya navokî, lê zaxkirina Uraniumê hemî dê li Rusyayê bête kirin.

 

Uranima zaxkirî hem bi kêr derhînana hêzûtêhna mîna elektrîkê têt, hem jî bikêr çêkirina çekên navokî.

 

Îran dibêjît ew dixwazît ew bi xwe Uraniumê zax biket ji bo derhînana elektrîkê. Lê Amerîka û Yêkitîya Ewrûpî Tehranê binaskar diken ku ew dixwazît Uraniuma zaxkirî ya bi pileya pêwîst ji bo bombeya atomî bidestve bînît.

 

Dîplomat dibêjin heke zaxkirina Uraniumê li Rusyayê bête kirin wê gavê ew dê jêr zêrevanîya navneteweyî bît.

 

Îranê ew daxwaza navneteweyî ji bo hêlana mafê xwe yê zaxkirina Uraniumê red kirîye û serê îsal ji nû ve dest bi wê xebatê kirîye.

 

Navenda Navneteweyî ya Hêzûtêhna Navokî gotîye Îran pêgirtinê naket bi Peymana Nehêlana Belavbûna Çekên Navokî. Desteya Rêvebir ya wê rêkxistîyê dê li 24ê vê mehê danûstandinan biket li ser bizavên nû.

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Barack Obama berdewame li geşta xwe bo Ewropa

  Babetên din
Civata serokatiya Iraqê kanona helbijartina parêzgehan ret kir
Hevpeyvîneka taybet digel cêgirê wezîrê bazirganî yê Amerîkî  Audio Clip Available  Video clip available
Berbijarê Partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîkî gehişte Iraqê
Serheldayên Kurd çiyagerên Elman serbest berdan
Balyozê Amerîkî li Iraqê seredana Herêma Kurdistanê kir  Audio Clip Available
Obama Seredana Afganistanê kir
Gordon Brown û rêberên Iraqî li Bexda kom bun
Iran û Turkiye deverên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran diken.   Audio Clip Available
Se’d El-Herîrî seredana Iraqê kir
Li jimareka hêrişên xwekujî bi kêmî ve 37 kes li Iraqê hatin kuştin
Serokê Sudanê bi tawanên şerî hate gunehbar kirin