Serok Bush û Serokê Koreya Başûr Roh Moo-hyun dibêjin ew bêhnfireh nabin li Koreyeke Bakûr ya bi çekên navokî û hevbîr bûn ku divêt ew kêşe bi rêyên dîplomatîk bête çareser kirin.
Li konferansa rojnamegerîyê, Birêz Bushî daxwaza Koreya Başur bo navendeke navokî ya derînana elektrîkê dîsa red kir ku Pyongyongê mîna şertekê danaye ji bo jinavbirina çekên xwe. Wî got demê di cihê xwe da yê wê axiftina ser wî babetî hingê ye gava ku Koreya Bakûr dest ji çekên xwe berdidet û ew yêk tête piştrast kirin.
Her du serokan got wan her wesa li ser pêwîstîya guhartina rêkkeftina rawestandina şerrî axift ya ku Şerrê Koreyê yê linav salên 1950 û 1953yê bidawî înabû bi peymaneke fermî ya aştîyê ji bo sistkirina girjîya leşkerî li wê zirgiravê.
Birêz Bush û Birêz Roh dê li roja Eynî di kombûna bilind ya Hevkarîya Aboorî ya Asya-Pasîfîk ya li benderê Busan da pişikdar bibin.