Desthilatdarên Îraqî dibêjin bi kêmî 74 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne li hêrîşên xwokujî li du mizgeftên Şî’e li bajêrokekî nîzîkî tuxublê Îranê.
 |
| Keçikek alî zilamekî dike da ji ser qurravê qevaz de li nêzî cîyê ku bombe lê hate teqandin li Bexda. |
Polîsan ragihand du hêrîşbirên xwokuj evro Eynî xo li nav nivêşkera peqand li du mizgeftên bajêrokê Xaneqîn ku dikevîte 140 kîlometre bakûra rojhilata Bexda.
Demeke zûtir bi kêmî şeş kes hatine kuştin û 40 kesên dî birîndar bûn demê du otomobîl nizîkî otêlekê û avahîyeke wezareta navxo li Bexda peqîn.
Desthilatdarên Îraqî û karbidestêt leşkerê Amerîkî dibêjin armanca hêrîşa otêla El Hemre û avahîyeke wezareta navxoyî, ku weke zindanekê tê bi kar înan, bûyne.