Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Diyarbekir mazûvaniya Konferansa Zimanê Kurdî dike

18/11/2005

The Conference on Kurdish Literature in Diyarbekir
Konferansa li ser ziman û wêjeya Kurdi li Dîyarbekirê
Sêyemîn Rojên Wêjeyê yên Diyarbekirê, ku di navbera 17-20’ê sermawezê de pêk tê, bi Konferansa zimanê Kurdî dest pê kir.

Di domahiya rojên edebiyatê de dê gelek nivîskar, helbestvan û zimanzanên Kurd ji her çar aliyên welêt û ji mişextiyê berê xwe bidin Amedê.

Sêyemîn Rojên Wêjeyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve bi dirûşmeya ‘Peşiyê gotin hebû’ li dar dikeve.  Di rojên wêjeyê ya îsal de giranî li ser çanda Kurd a klasîk û devkî ye.  Di bernameya îsalîn de panel, gotûbêj, helbestxwendin, pêşangeh, şevbihêrk û gelek çalakiyên din tên li dar xistin. Gelek nivîskarên Kurd wek Ehmed Huseynî, Şêrko Bêkes, Mehmet Uzun û gelek hunermendên din tê de beşdar dibin.

Di çarçoveya Rojên Wêjêyê li Amedê de, Konferanseke zimanê Kurdî jî tê li dar xistin.

Konferansa ku îsal cara sisiyan e ku pêk tê, li ser pêkanîna zimanê yek girtî yê Kurdî ye.  Konferans îro serê sibê li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Baxlarê bi axaftina Şaredarê bajarê mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr dest pê kir ku, mazûvaniya konferansê dikir.

Baydemîr di pêşeka axaftina xwe de spasiya dayîkên Kurd kir ku, zimanê Kurdî parastiye û aniye van rojan. Baydemîr wekî din derbarê mebesta amadekirina konferansê de got : “ Armanca me ne pejirandina yek ji zaravayên Kurdî wek zimanê yekgirtî ye. Armanc ew e, têkiliya di navbera zaravayên Kurdî xurtit bibe.  Û bawer im, ev konferans wekî destpêka bingehîn bigihije armancê. “  Gelek mêvanên hêja beşdarî konferansê bûn.

Pêşiyê ji zanîngeha Duhokê Mamoste Newzad Osman derbarê rista perwerdehiyê ya li ser avabûna zimanê yekgirtî axifî. Dû re, Serokê Enstituya Kurdî ya li Stockholmê birêz Dr. Husên Xeliqî peyivî û hin pêşniyaz  kirin.  Doktor got ji bo ku zimanê Kurdî ji peyvên biyanî were paqijkirin, divê hemû berhemên wêjeya Kurdî ji ber çavan re were derbaskirin û bi peyvên ku di van berheman de ne, ferheng werin amadekirin.

Dîsa ji Zanîngeha Duhokê Dr. Remziye Sabîr li ser arîşeyên nivîsandina rojnameyên Kurdî gotarek pêşkêş kir. Ji zanîngeha Silêmaniyê Dr. Dilşad Elî jî got, ji bo zimanekî yekgirtî divê beriya her tiştî arîşeya alfabeyê were çareserkirin. Û piştî alfabeyeke yekgirtî, hêsantir e ku arîşeyên rêzimanî werin çareserkirin. Mamoste Elî, alfabeya latînî wek alfabeya hevbeş a hemû zaravayan pêşniyaz kir ku gelek şande û mêvan jî pê re hevbîr bûn. Di rûnişta dawî de jî, ji zanîngeha Sine, Reşîd Kirmanc li ser azîneyên perwerdehiya Kurdî de gotarek pêşkêş kir.

Amadekarê konferansê û endamê Enstituya Kurdî ya li Diyarbekirê Ebubekîr Çelebî  got: Wan ji bo, di sala 2006’an de, li Hewlêrê konferanseke mezin a Zimanê Kurdî li dar bixin serî li hukumeta herêmî ya Kurdistanê daye û li hêviya bersiva rayedaran in.  Konferansa zimanê yekgirtî ya li Diyarbekirê jî dê bibe konferansa pêş amadehiya konferansa Hewlêrê.

Konferans dê sibê jî bi gotarên şandeyan dom bike.



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî seredana Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî diket  Audio Clip Available

  Babetên din
Du serheldayên Kurd li başora rojhelata Turkiye hatin kuştin
Rêkeftina parastina demdirêj ya nêvbera Iraq û Amerîka  Audio Clip Available
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available