Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Konferansa zimanê Kurdî li Diyabekirê roja eyni bi belavkirina serencamê bi dawî bû

19/11/2005

Konferansa zimanê Kurdî ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin a Diyabekirê ve, di çarçoveya “sêyemîn Rojên Wêjêyê” de bi beşdariya gelek zimanzan, nivîskar û helbestvanên Kurd hatibû li dar xistin, îro bi belavkirina serencamê bi dawî bû.

 Serencama ku bi sê zaravayên Kurdî hatibû nivîsîn, di merasimekê de ji raya giştî re hat eşkerekirin ku Þşaredarê Bajarê Dyabekirê Osman Baydemîr jî tê de amade bû. Şaredar di axaftina xwe de got: Bêyî ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ne guncan e zimanekî yekgirtî pêk were.

Heta wê demê jî divê Kurd di her qada jiyanê de zimanê Kurdî bi kar bînin û li zimanê xwe xwedî derkevin.” Serencam ji aliyê endamê Enstituya Kurdî ya Stenbolê birêz Samî Tan ve hate xwendin. Di encamê de hat gotin ku kêşeya sereke ya zimanê Kurdî nebûna zimanekî yekgirtî ye Û hin pêşniyaz hatin kirin.

Zimanzanên ku di konferansê de beşdar bûn, bang li Hukumeta herêmî ya Kurdistanê kir ku piştgirî bide da ku bi heman mebestê konferanseke jê mezintir li Hewlêr pêk were. Konferans wekî din bang li Hukumetên Tirkiyê, Iran û Sûrî kir ku digel zimanên fermîyên van welatan Kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê ye.

Wekî din di zanîngehan de beşa ziman û wêjeya Kurdî werin vekirin. Konferans bangî Kurdan jî kir û xwest bila Kurd li her welatê ku lê ne, di her warê jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bînin.

Konferans dîsa bang li zanîngehên Kurd ên li îraqê kir û xwest ku ji bo Kurdî tîpên Latînî bi kar bînin û ji bo zimanekî yekgirtî pêk were girîngiya tîpên Latînî hat vegotin. Hemû beşdarên Konferansê, hevbîr bûn ku siyaseta pişavtin û xwe-pişavtinê ku li Tirkiyê, Sûrî û Îranê tê birêvebirin, gihaştiye asteke xeternak. Lewma girîngiya raperîneke çandî hat gotin ya ku bi pêşengiya dezgehên Kurdî pêk were.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî seredana Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî diket  Audio Clip Available

  Babetên din
Du serheldayên Kurd li başora rojhelata Turkiye hatin kuştin
Rêkeftina parastina demdirêj ya nêvbera Iraq û Amerîka  Audio Clip Available
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available