Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Japon deynên Îraqê hilanî belê behsa hêzên xwe yên li wî welatî nekir

25/11/2005

Wezîrê derve yê Îraqê Japonê qayîl kir ku dev ji xwestina deynên Îraqê yên bi milyar dolaran berde. Belê nehat ragehandin ka Tokyo dema mana hêza xwe ya leşkerî li Îraqê wê dirêj bike an na.

Hoşyar Zebarî îro (Înê) seredana xwe ya Tokyo bi dawî tîne û ligel serokwezîr Junichiro Koizumi, wezîrê derve û wezîrê parastinê yên Japonê kom bû.

Rêzdar Zebarî ji paytextê Japonê bi lihevkirinekê dagerîya li ser paqijkirina şeş milyar dolar deynên Îraqê li ser bazirganîyê ku di dema rejma Seddam Huseyn de hatibû paşêxistin. Ev hejmar dibe ji sedî 80yê deynên Îraqê û ji sedî deh jî dê di nav 23 salan de bê daan.

Ji alîyekî din ve tê ragihandin ku li operasyoneke hevpêka hêzên hevalbendî û Îraqî li Musil du guman lê kirîn terorîst bi navê Omer Muhammed Salih ku bi Ebu Xitteb tê nasîn û Ahmed Yunis ku bi Ahmed’il Îraqî tê nasîn hatine girtin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Civata serokatiya Iraqê kanona helbijartina parêzgehan ret kir

  Babetên din
Hevpeyvîneka taybet digel cêgirê wezîrê bazirganî yê Amerîkî  Audio Clip Available  Video clip available
Berbijarê Partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîkî gehişte Iraqê
Serheldayên Kurd çiyagerên Elman serbest berdan
Balyozê Amerîkî li Iraqê seredana Herêma Kurdistanê kir  Audio Clip Available
Obama Seredana Afganistanê kir
Gordon Brown û rêberên Iraqî li Bexda kom bun
Iran û Turkiye deverên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran diken.   Audio Clip Available
Se’d El-Herîrî seredana Iraqê kir
Li jimareka hêrişên xwekujî bi kêmî ve 37 kes li Iraqê hatin kuştin
Serokê Sudanê bi tawanên şerî hate gunehbar kirin
Neh serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin
Rêberên Israelî û Felestînî li Parîs kom bun
Tony Snow koça dawî kir
Rûsya û Çîn deng da dijî danana toleyan li ser Zimbabwê
Serok wezîrê Turkiyê seredana Iraqê kir  Audio Clip Available
Amerîka û Israel hujdarî da Iranê
Li ser sînora Iran û Turkiyê du serhildayên Kurd hatin kuştin  Audio Clip Available