Digel ku bitinê sê heftî mayne bu helbijardinêt perlemanî li Iraqê, xirapkar bizavê diken
 |
| Tîmêt agirvemirandinê li cihê yek ji peqînêt evro şembî |
dengdanê têk biden û evro şembî jimareka peqîna encam dan ku têda bi kêmî 9 kes hatine kuştin.
Li navenda Bexda, polîsê ragehand ku 4 kes li encama peqîna otombîlekê hatine kuştin. Herwesa li bakora paytextê, hêrişberekê xwekuj otombîla xwe li banzînxaneka dervey bajêrê Samera peqand û bi kêmî 5 kes hatine kuştin.
Ji laykê dîve leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî roja eynî li bajerokê Hît hate kuştin.
Ev hêşrişeş hevdemin digel destpêkirna operasyoneka hêzêt Amerîkî û Iraqî, bi navê Operasyona Pilingan, li bajêrê Rumadî.