VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

08 Çirîya Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Serok Bush çaremîn salvegera azad kirina Iraqê dinirxîne
20/04/2007

Ev meha Nîsanê dibe çaremîn salvegera azad kirina Iraqê ji zordestîya Saddam Huseyn,.  Ji dema ku azad bûne xelkê Iraqê dest bi pêvajoya avakirina demokrasîyê kirîne.  Belê hêjî neyarê hov li hember wan e; tundrêyên Îslamî, bi armanca sor kirina şerê navxweyî.  Serok G. W. Bush dibêje zêdeyî di nav xelkê Iraqê de piştevanîyê ji tundêryan re nakin û gotina xwe didomîne;

“ Bi dîtina min pêdivîye ku mirov alîkarîya wan bike di avakirina demokrasîyeke pêkhatî de.  Eve pêdivî ye jiber ku eve girîng e jibo xelkê nermrê, xelkê ku dixwazin bi rêyeke aştîyane û bi tenha bijîn û ku karibin bibînin mirov li Rojhilata Navîn çi serkeftinan pêk tîne.  Ev karekî bi zehmet e jiber ku em li hemberî dijminek wisa ne ku zane encamên tov kirina azadîyê çi ne û bi dil dikare xelkê bêguneh bikuje da di armancên xwe yên sîyasî de serbikeve."

Ev kêmanîya tundrê yên Îslamî ye ku dixwaze Iraqê bike bingeheke terorîst da ku şerekî îdolojîk li Rojhilata Navîn bike.  Ji tirsa bilindbûna welatekî demokratîk li Iraqê, wan hêrîşên xwe yên terorîst zêde kirine.  Jibo rêgirtina li ber zêdebûna tundûtûjîyê li Bexdayê, Welatên Yekgirtî hêzeke zêdetir şandîye paytextê Iraqê. 

Û vêga dibêje serok Bush dema hikumeta Iraqê ye ku xwe daweşîne û pêngavên tund yên sîyasî bavêje.  Hê ji vêgavê ye ku hikumet jimara serbazan zêde kirîye li Bexdayê û jibo jinûve avakirina Iraqê soza dana 10 milyar dolaran daye.  Belê hikumeta Iraqê hêj tu gav ne avêtine jibo derbazkirina qanuna ku wê destûrê bide dahatîyên niftê li nav xelkê Iraqê bi rêyeke yeksanî bê par kirin ango dabeş kirin.  Herwisa qanuna “paqijkirina Baasîyan” ango bi îngilîzî “de-Baathification”, lazime bê guhertin.  Wek mînak; niha qedexe ye bo mamosteyên Sunnî ku xwendinê bidin kirin û lazime ku destûr bidine wan ku vegerin ser karê xwe.

Serok Bush dibêje îşaretên xweş hene ku avakirina hêza bi serbazan serkeftî ye.  Bi zêdekirina jimara serbazên Amerîkî, Iraqî û Hêzên Hevalbendîyê niha li gelek taxên Bexda bîst û çar saet derfeta tenahîyê heye.  Di heman demê de Hêzên Amerîkî, hêzên Iraqî hîn dikin û lazimatîyên wan peyda dikin da ku ew bixwe karibin karê tenahîyê û parastina aşîtîyê ji destê hêza Amerîkî wergirin.

Mana Hêza Amerîkî li Iraqê wext dide gelê Iraqê ku karibe demokrasîya xwe bipêşvexe û zora wan kesan bibe ku dixwazin welatî vegerînin ser rejma tîranî ango zordestîyê.


E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê