Bi deyan kes li bajêrên Wan û Hekkarî birîndar bun piştî ahengên Newrozê bune
Şer û lêkdanên nêvbera Kurd û polîsê Turkî li Wanê, şembî 22-yê Adarê, 2008.
xwenîşadan bo piştevaniya serheldayên Partiya Karkerên Kurdistanê.
Jêderên parastina Turkî ragehand ku bi kêmî ve 60 kes birîndar bûne û 130 xwenîşander hatin girtin.
Hevdem serokatiya Herêma Kurdistanê kuştina Kurdan ji layê hêzên parastina Sûrya mehkûm kir.
Li Ahengên Newrozê şeva pêncşembî li Qamişlo, hêzên parastina Sûrî teqe li hevwelatiyan kirin û li dîv ragehandina giropeka parastina mafên mirovan sê hevwelatiyên Kurd hatin kuştin û pênc birîndar bûn.
Bu pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 3:49)