Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Serok Bush bo zarokan mêvandarîya yarîya cejna Hêkesorê dike

24/03/2008

Pope Benedict XVI, at center under white umbrella, on his way with other prelates to celebrate mass in St. Peter's Square at the Vatican, on Easter Sunday, 23 March 2008
Papa Benedict (yê li bin sîwana sipî), jibo şahîya cejna Hêkesorê berev St. Peter's Square diçe li Vatîkan.
Serok û xanima wî Laura Bush îro duşem li Qesra Sipî mêvandarîyê dikin ji bo leyîsteka zarokan ya salane ya gindor kirina hêkên cejna Hêkesorê ku ji sala 1878 were heta niha her sal li Qesra Sipî ev yarî têne kirin.

Li Qesra Sipî dê zarok karibin li baxçeyê ku berê wê li başûr e, bileyzin.  Li vî baxçeyî gelek şahî û leyistek hatine danan da ku zarokan hînî babeta îsal bikin û ew babet jî îsal parastina oqyanusê ye.

Seraya Sipî dibêje îsal 15 hezar hêk hatine amade kirin jibo leyîstekê û 22 hezar bilêt jî hatine belav kirin.

Ji sala 1878 were heta niha, malbatên zarokan di vê şahîya cejna Hêkesorê de beşdar dibin û li wir li muzîkê guhdarî dikin, li şahîyê temaşa dikin û beşdarî leyîsteka gindorkirina hêkesorê ya binavûdeng dikin.  Di vê leyîstekê de zarok bi kevçîyan hêka berev xêza dawîyê digindorînin.

Ev şahî heta niha tenê ji ber seqa û hewa ne baş hatîye bettal kirin û herwisa di demê Şerrê Yekem û Duwem yê Cîhanî de hatîye bettal kirin.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Obama Seredana Afganistanê kir

  Babetên din
Gordon Brown û rêberên Iraqî li Bexda kom bun
Iran û Turkiye deverên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran diken.   Audio Clip Available
Se’d El-Herîrî seredana Iraqê kir
Li jimareka hêrişên xwekujî bi kêmî ve 37 kes li Iraqê hatin kuştin
Serokê Sudanê bi tawanên şerî hate gunehbar kirin
Neh serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin
Rêberên Israelî û Felestînî li Parîs kom bun
Tony Snow koça dawî kir
Rûsya û Çîn deng da dijî danana toleyan li ser Zimbabwê
Serok wezîrê Turkiyê seredana Iraqê kir  Audio Clip Available
Amerîka û Israel hujdarî da Iranê
Li ser sînora Iran û Turkiyê du serhildayên Kurd hatin kuştin  Audio Clip Available