Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Serokwezîrê Iraqê 72 demjimêr daye milîtanan li Basra ku xwe bidine dest

26/03/2008

Serokwezê Iraqê Nurî El Malikî sê roj muhlet dane çekdarên Şî'a yên ku li Basra ya başûra Iraqê şerrê hikumetê dikin, jibo ku ew xwe bidine dest û got ku eger ew xwe nedin dest dê ew rûbirûyî encamên wê bibin.

Malikî îro ew ferman li Basra ragihand ku li wir kiryareke mezin ya leşkerî dijî wan çekdarên Şî'a dimeşîne.

Iraqi Mahdi Army fighters gather in a residential area in the southern city of Bara, 26 Mar 2008Karbidestên Iraqê dibêjin şerrê navbera hêzên hikumetê û milîtanêt Şî'a da bûye egera kuştina alîyê kêm 14 kesan û birîndar bûna bi sedan kesên din ku roja sêşembîyê li bajêrê Basra li başûrê welatî bi rêve çûyî.

Rûniştevanên Basra dayîne zanîn ku wan li dengê teqînan û şerre-tifengan guhdarî kirîne demê hêzên parastina Iraqê yekem roja operasyona berfireha xwe ya leşkerî dijberî milîtanan li wî bajarê dewlemend bi petrolê destpêkirin.

Melayê Şî'a yê Iraqê Muqtada El Sadr daxwaz ji alîgirên xwe kirîye ku xwenîşandanan dijberî êrîşên vê dawîyê û girtina endamên Leşkerê Mehdî rêk bêxin.

Yek ji alîkarên Sadr, Hazim El Aracî roja sêşembîyê ragihandinek xwand têda got melayê tundrê dê destûra serhildana sivîl bidet eger êrîş dijberî alîgirên wî demûdest nehêne ragirtin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye

  Babetên din
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available
Çekdarê nenas dadwerekî Iraqî di otomobîla wî da kuşt
Yekîtîya Ewropayê hilbijartina serokatîyê ya li Zimbabwe wek ne rewa dide nasîn
Du çekdarên Ensar'l Îslam li Pêncwîn hatin kuştin