Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Bîrewerîya 20 salan ya Enfalê tête kirin


14/04/2008

AnfalSibêdeya evro bi helkeftina derbaz bûna 20 salan bi ser despêkirina şalawên Enfal ku devera Germîyan pitir ji deverên din yên Kurdistanê zerarman bûyîn li nahîya Rizgarî ser bi devera Germîyan bi amadebûna birêzan Cîgirê Serokê hikumeta Herêmê û Wezîrê Mafên Mirovan û jimareka wezîr û berpirsên din yên hikumî û hizbî, jimareka zor ya kesûkarên Enfal kirîya helkeftinek hat kirin.  

AnfalDi wê merasîmê da çend gotarek hatine pêşkêş kirin, ji wana gotara devera îdara Germîyan.  Di wê gotarê da daxwaz hat kirin encamderên Enfal bêne dadgeh kirin û bêne siza dan û tawana Enfal bi navê jenosid li ser astê cîhanê bête nasîn û xerabûya kesûkarêt Enfal kirî bête dan.

Cîgirê Serokê hikumeta Herêmê jî bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş kir û têda got hikumeta Herêmê berdewam e li ser hewl û bizavên xwo da ku Enfal weku jenosid li ser astê cîhanê bête nasîn.

Wezîrê Mafên Mirovan jî got wezareta me dixwazît biryara dadgeha Bexda li ser ku Enfal wek jenosid daye zanîn, wê biryarê bigehînîte Neteweyên Yekgirtî.

Her di wê merasîmê da berê binaxeyêt 502 xanîyan bo kesûkarên Enfal kirîya hate danan û berî niha li bajarkê Çemçemal birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê berê binaxê dirust kirina 600 xanîyan danabû.

Herçende ev pêngavên hikumeta Herêma Kurdistanê bûyîne dilxoşîya hevwelatîyên deverê lê her li wî demî xelkê Germîyan çaverêyî sizadana encamderên Enfalê diken û dixwazin jîbo hemu malbatên xirabo kirî xanî bo hemu hevwelatîyan bête dirust kirin û xizmeteka baştir bo deverê û xelkê deverê bête kirin.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Nurî El Malikî soz û peyman dayî bo danana fermanekê li Musil bo tepeser kirina El Qaide
Robert Gates daxwaza bêtir seredanên bi taybet bo Îranê dikit
Çîn dibêjît zîyan gehêştînê nêzîkî 400 avbenda
Ban Ki-moon serokê Rêxistîya Karûbarên Mirovî dihinêrîte Burma
Felestînî li berin ku evro li seranserê deverêt dagirkirî xwenîşadanên nerazîbûnê bikin
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya