Papa Benedict evro li Washington digel xelkê kom dibît
17/04/2008
Papa Benedict dê evro li Washington digel xelkî kom bît di seredana xwe ya şeş rojî da bo Amerîka.
Papa dê li Parka Niştimanî ku stadyuma serekî ya tîma basketbolê li wêrê ye, gotarekê bo xelkê dêxwînîtin. Herwesa biryar e ku evro digel mamostayêt Katolîk kom bibît li zanîngeha Katolîk li Washington û digel rêberêt jimareka olêt dî yêt cuda cuda kom bîtin.
Duhî nêzîkî 10 hezar kesan li Seraya Sipî xirvebûbûn bo bixêrve înana Papa Benedict.