Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Li Paraguay berbijarê rikeberîyê di hilbijartina serokatîyê de biserkeft

21/04/2008

Presidential candidate and former bishop Fernando Lugo celebrates the findings of independent exit polls that project his victory in Paraguay's presidential elections, 20 Apr 2008
          Fernando Lugo
Roja yekşembîyê berbijarê rikeberîyê Fernando Lugo di hilbijartina serokatîyê de biserkeft û desthilata 61 salan ya Colorado Party bi dawî anî.

Lugo li hember Blanca Ovelar, berbijara partîya desthilatdar bi serkeft.  Xanim Ovelar heke bi hata hilbijartin dê bibûwa yekemîn seroka jin ya vî welatê Amerîkaya Başûr.

Rêzdar Lugo ji piştevanên xwe re got ku wan biryar daye ew dê bibin Paraguayeke azad û soz daye ku ew dê alîkarîya hejarên welatî bike.

Karbidestên hilbijartinê ragihand ku Lugo 41% dengan wergirt li hemberî 31% dengên bo Ovelar.  Berbijarê sêyê serokê berê yê leşkerî Lino Oviedo jî 22 ji sedî dengan wergirt.

Lugo keşeyê berê yê Katolîkên Romanan e û serokatîya Hevalbendîya Welatparêz bo Guhorînê ya çepên navendî dike ku ev hevalbendî ji partîya serekî ya rikeberîyê, yekîtîyên karkerên bazirganîyê, komeleyên cotkarîyê û Amerîkîyên resenî pêk tê.


emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Ban Ki-moon serokê Rêxistîya Karûbarên Mirovî dihinêrîte Burma
Felestînî li berin ku evro li seranserê deverêt dagirkirî xwenîşadanên nerazîbûnê bikin
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya