Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Parlemena Ewrûpayê rapora li ser Tirkiyê nîqaş dike


21/04/2008

European ParliamentKomîsyona Kar û Barên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand rapor dê pêşveçûnên li Tirkiyê sebaret bi endametî û bicihanîna krîteran binîrxîne û her weha fikara Yekitiyê ya li ser doza girtinê ya li dij partiya desthiladar AKPê jî der bibire.

Ev pêşnumaya raporê ku meha çûyî li Brukselê hatibû nîqaş kirin, ji Tirkiyê diwaze ku lez bide reformên ji bo endametiyê. Rapora îro ku tê dengdanê di meha Gulanê de dê di Civata Giştî de ji dengdanê re were vekirin û bi encam be.


Di raporê de ji Tirkiyê 12 daxwaz tê kirin. Yek ji daxwazan li ser girtina partiya AKP  ye ku ji Tirkiyê tê xwestin ku di girtina partiyan de krîterên Komîsyona Venedîk li ber çavan ragire. Ev komîsyon di bana Konseya Ewrûpayê de dixebite û ji bo Ewrûpa standartan datîne. Hêjayî gotinê ye Tirkiyê ji sala 1949’an û vir de endama Konseya Ewrûpayê ye.  Di pêşniyazan de her weha ji Hukumeta Tirkiyê tê xwestin ku dema reforman rêzê li prensîbên wekî pluralîzm, sekularîzm û demokrasî were girtin.

Hevdem, raporê de tê xwestin xala 301 a Qanûna Cezayê Tirk were guhertin û azadiya xwe derbirînê were fireh kirin. Komîsyon her weha ji Tirkiyê dixwaze lêpirsinên li ser rêxistinên wek Ergenekon were kurtir kirin û pêwendiyên wan ên di nav dewletê derkevin holê.


Pêşnumaya raporê de bang li hukumeta Tirk tê kirin ku ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi awayekî mayînde were çareser kirin pêngavên siyasî werin avêtin. Rapor herweha bang li Partiya Civaka Demokratîk DTP dike ku di pêvajoya çarserkirina kêşeya Kurd a li Tirkiyeya demokratîk bi awayekî avakar tê de beşdar bin.


Rapor herweha bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKK jî dike û jê dixwaze ku bê şert û merc çekên xwe deyne.


Komîsyon di raporê de diyar dike ku vekişandina leşkerên Tirk ji Qibrisê dê gengeşiyên ji bo çareseriyê hêsantir bike û pirsgirêka li giravê dikare di çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de were çareser kirin.


Hevdem, bang li Tirkiyê tê kirin ku ambargoya aborî ya li ser Ermenistanê rake lê belê ji salên pêş cudatir îsal di raporê de  qala rûdanên salên 1915 û Fermana Ermeniyan nayên kirin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Nurî El Malikî soz û peyman dayî bo danana fermanekê li Musil bo tepeser kirina El Qaide
Robert Gates daxwaza bêtir seredanên bi taybet bo Îranê dikit
Çîn dibêjît zîyan gehêştînê nêzîkî 400 avbenda
Ban Ki-moon serokê Rêxistîya Karûbarên Mirovî dihinêrîte Burma
Felestînî li berin ku evro li seranserê deverêt dagirkirî xwenîşadanên nerazîbûnê bikin
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya