Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Bi helkeftina bîrhatina 110. salvegera belav bûna rojnameya Kurdistan merasîm hatin kirin


22/04/2008

yekem leperrei rojnamei kurdistan
Rojnameya Kurdistan
Bi helkeftina bîrhatina 110. salvegera rojnamevanîya Kurdî, şevê dî li bajarê Silêmanîye di merasîmekê de xelatê rojnamevanîyê ku ji layê rêzdar Talabanî serokkomarê Iraqê ve hatibû amade kirin li ser 37 rojnamevan û nunerên kenalên ragihandinê hatine dabeş kirin.

Rêveberatîya Giştî ya Rewşenbîrî û hunerî ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya hikumeta Herêmê ew merasîm rêkxistibû.  Her bi helkeftinê 52 rojnamevanan nameyek arasteyî hikumeta Turkîye û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kirîye û têda daxwazê diken ku Leyla Zana nehête zindanî kirin û tevaya wan rojnamevanên ku li roja Newrozê hatine desteser kirin û zindanî kirin bêne azad kirin.

Li ser wê rewşê rojnamevan Dîyarî Muhammed bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di pêywendîyeke telefonî de ew name bi îmzaya 52 rojnamevanan hatîye hinartin.

Her bi wê helkeftinê li sînorê parêzgeha Silêmanîye dîsa çendîn çalakîyên din hatine encam dan, di wan de çendîn gotar hatine pêşkêş kirin û herwisa pêşengîyek hatîye nîşa dan ku bi taybet bû bo wêneyên fotografî.  Pişka rojnamevanîya pêywendîya teknîkî ya Silêmanîye jî bi hola pêywendîyê pêşengîyeka kitêban vekir li qeza Çemçemal jî sibêdeya evro pêşengîyeka kovar û rojnameyên kevn jî hate vekirin.

Cihê gotinê ye ku tevaya rojnamevanên Kurdistanê bi vê helkeftinê çaverê dikin ku qanuna rojnamevanîyê bête pesend kirin da ku rojnamevana bi awayekî baştir derfet hebît karê xwe cêbecê bikin û hem baştir bi mafên xwo şa bibin.



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî seredana Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî diket  Audio Clip Available

  Babetên din
Du serheldayên Kurd li başora rojhelata Turkiye hatin kuştin
Rêkeftina parastina demdirêj ya nêvbera Iraq û Amerîka  Audio Clip Available
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available