Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Qanundanerên Amerîkî bala xwe didine vîdyoya ku alîkarîya Koreya Bakûr bo Surîye nîşan dide

24/04/2008

External view of the Yongbyon nuclear power plant in North Korea (File)
Sazgeha navokî ya Yongbyon li Koreya Bakûr
Karbidestên dezgeha zanyarîya anku îstîxbarata Amerîka îro pêncşem dê li Capitol Hill digel qanundanerên Kongresê kom bibin da ku li ser îddîaya hevkarîya navokî ya Koreya Bakûr digel Surîye bi axivin.

Karbidestên pille bilindên Amerîka ji peyamhinêran re dibêjin dê vîdyoyek ji qanundaneran re bê pêşkêş kirin ku têda nîşan dide kesên Koreyî li sazgeheke navokî li Surîye kar dikin.  Herwisa dibêjin di vîdyoyê de şiklê sazgeha ku tê nîşan dan  bi heman şêwe dijbe sazgeha Koreya Bakûr li Yongbyonê.

Ev sazgeha gumanlêkirî li meha neh-Îlona par ji alî firokeyên cengî yên Îsraîlê ve hatibû hilweşandin.  Şamê nerazîbûna xwe beramberî hêrîşa asmanî dîyar kiribû û Îsraîl bi êrîşkarîyê gunehbar kiribû.  Hem Surî û hem jî Koryea Bakûr ev îddîa red kirîye.

Cihê gotinê ye ku ev kombûn tên kirin di heman demê de ku rêveberîya Bush bizavê dike ku rêkeftinekê digel Pyongyang bike da ku ew dev ji bernama xwe ya çêkirin çekên navokî berde.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Ban Ki-moon serokê Rêxistîya Karûbarên Mirovî dihinêrîte Burma
Felestînî li berin ku evro li seranserê deverêt dagirkirî xwenîşadanên nerazîbûnê bikin
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya