Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Li Pêncewîna Kurdistana Iraqê bombek teqî lê çi zîyanên canî nebûn


28/04/2008

voa baghdad northern kurdish cities map iraq war 150.jpgSibêdeya evro li ser rêya gundê Derdegurzan li ser sînorê komara Îslamîya Îranê ser bi qeza Pêncewîn bombeka çandî bi awayeke kontrol bi tirimbêleka pasewanên sinorî ve teqî lê çi zîyanên canî nebûn.

Li ser wê rûdanê jêderek berpirs li devera Pêncewîn bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka got ew teqîn ji layê çekdarên terorîst ve hate kirin û kiryareke terorîstî bûye lê armanca xwo nehinda.

Her wî jêderî got çendîn carê li wê deverê terorîstên Ensar’l Îslam karên terorîstî encam dayîne û sala par heft pasevanên sinorî li wê deverê hatine kuştin.  Evro jî yekser hêzek gehîşte cihê rûdanê û dest bi pişkinîn û lêgeryanê kir lê çi kesek nehate dîtin û desteser kirin. 

Lê jêderek din ku nedixwest navê xwe eşkere bike di pêywendîyek telefonî da bo Dengê Amerîka ragihand ku çend çekdar hatine dîtin ku çûne nav xaka Komara Îslamîya Îranê û gundê Derdegurzan jî dikevîte ser sinorî.

Ev rûdane li demeke ku berpirsên Amerîka û hindek jêderên fermî û nefermîyên Iraqê jî destê xetabarîyê bo Komara Îslamîya Îranê dirêj dikin ku piştevanîya grupên çekdar û tundrê dikin li nav xaka Iraqê.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye

  Babetên din
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available
Çekdarê nenas dadwerekî Iraqî di otomobîla wî da kuşt
Yekîtîya Ewropayê hilbijartina serokatîyê ya li Zimbabwe wek ne rewa dide nasîn
Du çekdarên Ensar'l Îslam li Pêncwîn hatin kuştin