Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Beşa li ser Turkîye û Surî ya Raporta Salane ya Wezareta Derveya Amerîka ya  li ser terorîzm li cîhanê

01/05/2008
Li raportê guhdarî bike - Dagirtin (Real) audio clip
Li raportê guhdarî bike - Guhdarî bike (Real) audio clip

Grupên terorîstî yên navxweyî û yên navnetweyî jibo muddehê pitirî 40 salan e ku hevwelatîyên Turk û yên biyanî û endamên USG kirine armanc.

Ew grupe ku dinav Turkîyê da opersayonan pêk tînin, cudahîxwazên Kurd, Marksist û Lenînîst, Îslamîyên tundrê û grupên alîgirên çîçanê digrîtê xwe.

Piştî çend heftîyên tundûtûjîyê dinav êrîşên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK da ku jimarek serbaz û hevwelatîyên Turkîye hatine kuştin û birîndar bûn, parlamana Turkîye li 17ê meha deh bi têkrayî dengan rêk da operasyonek leşkerî ya derveyî tixubî, dijberî armancên KGK yan PKK ku li bakûrê Iraqê bi rêve biçît.

Hêzên Turkîye operasyonên berfireh bi dirêjahîya tixubê Turkîye û Iraqê, derengwext sala 2007ê birêve birin.  Li 5ê meha 11 serok Bush soz da ku jibo berengarî kirina digel PKKê li bakûrê Iraqê zanyarîyên serrast û demûdest jibo Turkîye berdest biket.

Grupên din yên terorîstî li Turkîye pêk tên ji Partîya Azadîya Serhildana Gelî ku grupek milîtanan ya Marksîst/Lenînîstî ye û dîtinên dijberî Amerîka û dijberî NATO hene.

Sebaret Surîye jî di vê raportê de hatîye ji sala 1979ê ve ku Surîye weku welatê piştevanê terorîzmê hatîye dîyar kirin, berdewam bûye li ser berdest kirina piştgirîya sîyasî jibo grupên terorîstî yên Felestînî.

Surîye herwisa berdewam bûye li ser berdest kirina piştgirîya sîyasî û keresteyan jibo Hizbullah ji demê ew grupe hatîye damezirandin hetanî niha.

Di dirêjahîya raportê de behsa Hizbullaha Turkîye jî tê kirin û wek rêkxistîyek Kurd yên Sunnî tê bi nav kirin û herwisa Ensar’l Îslam.  Di derbarê Surîye de dîsa dirêjahîya raportê bi hûrî agahîyan dide.  Eger ku hun bixwazin bala xwe bidine dirêjahîya raportê, ji kerema xwe re guh bidine fayla dengî ku li jor bi nivîsa şîn hatîye nivîsîn: “Li raportê guhdarî bike”

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Endamekê Kongirêsa Amerîkî dibêjit rêveberya Bush rêkeftineka pitrolê ya kêş liser digel hikûmeta Herêma Kurdistanê handaye

  Babetên din
Zêbarî dibêjit rêkeftina parastinê digel Amerîka nizîke timam bibit
Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin
Mezintrîn komela Erabên Sunnî di perlemanê Iraqê da dibjit li hîvîye vegerête hikometê
Bizava berbend kirna partiya liser desthelatê û girtina çend kesa li Turkye
Çîn rêkê nadete endamên Kongirêsa Amerîkî digel bizavkarên mafên mirovan kom bin
Serok Bush kanona xerciyên şerî mor kir
Hevpeyvîneka taybet digel serokê Iraqî Celal Talebanî  Audio Clip Available
Çekdarê nenas dadwerekî Iraqî di otomobîla wî da kuşt
Yekîtîya Ewropayê hilbijartina serokatîyê ya li Zimbabwe wek ne rewa dide nasîn
Du çekdarên Ensar'l Îslam li Pêncwîn hatin kuştin