Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Olmert û Abbas bo danûstandinên aştîyê kom bûn

05/05/2008

Israeli PM Ehud Olmert, left, and Palestinian president Mahmud Abbas  before a meeting in Jerusalem, 05 May 2008Serokê Îsraîlê Ehud Olmert û serokê Felestînê Mahmud Abbas îro duşembîyê kom bûn da ku danustandina aştîyê vejînin ya ku jiber hin kêşeyan xitimîbû wek kêşeya akincîgehan û girtina rêyan li Kenara Rojava.

Ev danustandin têne kirin paş seredana sê rojan ya Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice ku yekser peyivîbû li ser encamên girtina rêyan li Kenara Rojava ji alî Îsraîlê ve.

Wezîra Derve xanim Rice roja yekşembîyê zorê da rêberên Îsraîlî ku li Kenara Rojava nuqteyên vekolînê ji ser rêyan rakin ji ber ku ew dibine egera zehmetîya jîyanê jibo Felestînîyan. 

Wê got daxwaza Washington ne tenê rakirina jimareke zêde ya van nuqteyên vekolînê ye lê belê herwisa Amerîka dixwaze ku Îsraîl hin gavan bavêje bo baştir kirina jîyana rojane ya Felestînîyan.

Wezîra Derveya Îsraîlê Tzipi Livni roja yekşembîyê got dibe ku Îsraîl hin akincîgehên Cuhuyan li Kenara Rojava rake weke beşek ji rêkeftina aştîyê digel Felestînîyan.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Civata serokatiya Iraqê kanona helbijartina parêzgehan ret kir

  Babetên din
Hevpeyvîneka taybet digel cêgirê wezîrê bazirganî yê Amerîkî  Audio Clip Available  Video clip available
Berbijarê Partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîkî gehişte Iraqê
Serheldayên Kurd çiyagerên Elman serbest berdan
Balyozê Amerîkî li Iraqê seredana Herêma Kurdistanê kir  Audio Clip Available
Obama Seredana Afganistanê kir
Gordon Brown û rêberên Iraqî li Bexda kom bun
Iran û Turkiye deverên Herêma Kurdistana Iraqê topbaran diken.   Audio Clip Available
Se’d El-Herîrî seredana Iraqê kir
Li jimareka hêrişên xwekujî bi kêmî ve 37 kes li Iraqê hatin kuştin
Serokê Sudanê bi tawanên şerî hate gunehbar kirin
Neh serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin
Rêberên Israelî û Felestînî li Parîs kom bun
Tony Snow koça dawî kir
Rûsya û Çîn deng da dijî danana toleyan li ser Zimbabwê
Serok wezîrê Turkiyê seredana Iraqê kir  Audio Clip Available
Amerîka û Israel hujdarî da Iranê
Li ser sînora Iran û Turkiyê du serhildayên Kurd hatin kuştin  Audio Clip Available