Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
07/05/2008
Bahoza Nergis
Burma ya ku desthilata leşkerî lê ye, firokeya Neteweyên Yekgirtî qebul kir ya ku wê alîkarîyê bigihîne qurbanîyên bahoza roja şembîyê.
Ev firoke pênc roj paş bahozê digihîje welatî û jiber vê karesata ku kuncê başûra welatî wêran kirîye, 22 hezar û 500 kes mirine û 41 hezar kes jî bêserûşûnin.
Karbidestên Neteweyên Yekgirtî dibêjin çaverê tê kirin ku firoke îro çarşem ji Îtalya birêkeve û têde 25 ton barê alîkarîyê û karbidestên Ofîsa Karûbarên Hewarçûnê ya Neteweyên Yekgirtî hene.
Herçende Burma ya ku xwe ji cîhanê dûr êxistîye alîkarîya navnetewî qebûl kiribe jî, pirsgirêkên vîzayê bizava alîkarîyê hêdîtir dike ku karbidestên hewarçûnê dibêjin pêdivîya welatî bi vê alîkarîyê gelek heye.
Bernama Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekgirtî dibêje nêzî milyonek xelk bê xanî mane û hindek gund ji binî wêran bûyne.