Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye

08/05/2008

Turkish Foreign Minister is seen during a news conference in Ankara, Friday, Aug. 24, 2007
            Abdullah Gul
Medyaya Turkîyê didete zanîn serokkomar Abdullah Gul gorînkarîyên qanunekê bi merema berfireh kirina azadîya axaftinê pejirandîye.

Ajansa dengûbahsên Anadolu dibêjît birêz Gul ew guhorîn roja çarşembîyê îmza kir, piştî ku heftîya buhurî ji alî parlamana Turkîye ve hate pesend kirin.

Îmzaya serokkomarî pêdivî bû ku hetanî ew biryar bête bi kar anîn.

Ew qanun berî guhorînê sivikatî kirin bi Turk bûnê weku gunehbarî hisêb dikir, manayê ku ji alî dozgeran ve dihate bikar anîn, jibo zindanî kirina rexnegirên li hikumetê.

Wê guhorînê li cihê manayê berê daye zanîn ku sivikatî kirin bi welatê Turkîye dê gunehbatî bit û sizaya wê jî ya herî zêde li sê sal zindanî kirinê bo du salan nizm kirîye.



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din