Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî


10/05/2008
Raport - Dagirtin (Real) audio clip
Raport - Guhdarî bike (Real) audio clip

Piştî ku artêşa Tirk hefteya çûyî herêmên li bakurê Îraqê ku çekdarên PKK û PJAK lê bingeh in bi firokeyaên şerrî bombebaran kiribû, şer û pevçûna di navbera serbazên Tirk û serhildayên Kurd ranaweste.

Li du daxuyaniya Serfermandariya artêşa Tirk komeke qelebalix a çekdarên PKK duh bişev avêt ser qereqola Bêzelê (Aktütün) ya li navçeya Şemzînan a bi ser Colemêrgê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama vê êrîşê de 6 serbazên Tirk hatine kuştin. Serfermandarî her weha îddîa kir ku wan 19 serhildayên Kurd jî kuştine lê PKK di daxuyaniya xwe ya sebaret bi vê êrîşê diyar kir ku ev yek ne rast e û çi endamên wan nehatiye kuştin. Hêjayî gotinê ye li herêmê tu çavkaniyên serbixwe nîn in ku van îddîayan piştrast bikin. Her weha hat ragihandin ku di şer de 2 kesên sivîl jî hatine birîndar kirin ku yek ji wan zarokekî 12 salî ye û rewşa wî xedar e.

Heger bê bi bîr anîn di payîzê de jî PKKê avêtibû ser bingeheke leşkerî ya li Oremarê ku 20 kîlometre dûrî Bêzelê ye. Di encama vê serdegirtinê de 12 serbazên Tirk hatibûn kuştin 8 serbaz jî dîl ketibûn destê PKKê.

Çavkaniyên herêmî dibêjin êrîşa duh êvarê di êrîşa Oremarê jî mezintir e. Tê ragihandin ku êrîşa duh di çend salên dawîn de êrîşa herî mezin e ku ji aliyê PKKÊ ve li dij serbazan pêk hatiye. Di êrîşê de ku tê de çekên giran jî hatine bikaranîn gêrîla gelekî nêzîkî avahiya qereqolê hatine.

Her weha PKKê dibêje wan du avahiyên qereqolê rûxandine û gelek mekîneyên leşkerî yên di hewþûşa qereqolê de bûn şikeştine. Hat ragihandin piştî vê êrîşê serbaz û zêrevanên gundan li herêmê operasyoneke berfireh daye dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji sere sibê de gelek helicopter daketine bingeha leşkerî her weha gelek ambulans jî di bingehê derketine.

Hevdem hat ragihandin li navçeya Şîrvan a bi Sêrtê zêrevanekî gund ji ber teqîna mayinekê hatiye birîndar kirin. Her wehan li navçeya Bazîd a ser bi bajarê Agirî mekîneyeke leşkerî qulupî û di encamê de 8 serbaz hatin birîndar kirin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Qumandarê bilindê leşkerî yê Amerîka li Iraqê tête guhartin

  Babetên din
Rapirsîyeke nû diyar dike ku MCain li pêş Obama ye
Sarkozy îro berev Rusya ve diçît bo sengî danana ser rêberên welatî li ser kêşa Gurcistanê
Dê Amerîka vekolîn li ser bûyera meha buhurî li Afganistanê bike bo kesên sivîl ku hatibûne kuştin
McCain berbijarîya bo serokatîyê ji partîya Komarî qebul kir
Dick Chaney li Ukrayna ye bo nîşandana piştevanîya Amerîka bo hevalbendên wê li herêmê
Zanista Pakistanî Afya Sediqî red kir ku amade be li dadgeha Amerîkî
Kandîdaya cîgira serokî bo Partîya Komarîyan Sarah Palin li pêş Civîna Niştimanî axift
Li Dîmeşqê civînek çar alî li ser aştîya herêmê tête kirin
Amerîka ragihand ku ew dê 1 milyar dolaran weku alîkarîya avakirin û nûjenkirinê bide Gurcistanê
Serokê Amerîka George Bush piştevanî li John McCain dike
Medvedev dibêjît ew digel Saakashvili danustandinan naket
Rêberên herdu aîyan îro danustandin li ser Qubrisê dikin
Partîya Komarî civîna xwe ya yekem li Minnesota birêve bir
Ji ber barova Gustav heft kes jîyana xwe ji dest dan
Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine ku danustandinên hevlabendîkirinê digel Rusya paşde bidin
Barova Gustav li Louisiana dide
Rêberên Yekîtîya Ewropayê kombûneke bilind dikin da li ser kêşeya Gurcistanê bi axivin
Leşkerê Amerîka desthilata kontrol kirina Anbar dide destê hêzên Iraqî
Fermana çûl kirina New Orleans hat dan berî barova Gustav bigehîte Amerîka
Roj Nûrî Şawês: Encama kombûnên Bexda ta radekê başe  Audio Clip Available
Şer û lêkdanên nêvbera serbazên Turk û serhildayên Kurd berdewame  Audio Clip Available
Vladimir Putin Amerîka tometbar dike bi aloz kirina kêşeya Gurcistanê
Obama qebul kir ku bête destnîşan kirin wek berbijarê serokatîyê û gotin avêtin McCain  Audio Clip Available
Iran harîkarîya Nijerya dike bo hevbeş kirina teknolojîya navokî
Hevpeyvînek digel rêzdar Kemal Seydo sebaret girtin û dadgeh kirina Meş'el Temmo  Audio Clip Available
Partîya Demokrat bi destnîşan kirina Obama dîrokê dinivîsîne
Serok Talabanî got Amerîka xwestibû ku serbazên xwe heta sala 2015 li Iraqê bihêle
Li Keşmîra Hindistanê alozîya li ser rehîneyan bi domahi hat
Balyozê Amerîka jibo N.Y. ji alîyê karbidestan ve kefte ber pirsyaran li ser pêywendîya digel Asif Alî Zardarî 
Hillary Clinton piştevanîya xwe dîyar kir bo Barack Obama