Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma

12/05/2008

Henrietta Fore greets Burmese official, as US Aid shipment arrives, 12 May 2008Firokeka barhilgira leşkerê Amerîkî ku çendîn tonên harîkarîyê mirovatîyê têdabî, gehêşte Rangoonê.

Firokeya bi muşeka curê C-130 av, betanî û keresteyên dî yên bi hewarçûnê li bingeheke Amerîkî li Taylandê bo Burmayê bir.  Herwisa komandarê hêza deryayî ya Amerîkî li Pacific û karbidestên dî yên Amerîkî li nav wê firokê bîn.

Eve yekem firoka Amerîkî ye ku hikumeta leşkerîya Burma rêkê pê bidet biçîte wî welatî ew di karesata barova Nergis li berî 10 rojan.

Admiral Timothy Keating gote Dengê Amerîka ku ew namekê didete Generalên Burmî û têda pêşnîyara harîkarîyên gemîyên leşkerî, helîkopter û firokên Amerîkî diket.  Admiral Keating dibêjît leşkerê Amerîkî dişêt rojane 91 hezar kîlogram harîkarîyên mirovatîyê bidete Burmayê.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din