Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt


14/05/2008

British Foreign Secretary David Miliband at the Foreign and Commonwealth Office in London, 2 May 2008
           David Miliband
Şahbanûya Brîtanyayê Elizabetha duyemîn ev çend roj in seredana Tirkiyê dike. Ji aliyê din de jî şandeya ku pê re hatî digel rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tînin. Di vê çarçoveyê de wezîrê kar û barên derve yê Brîtanya David Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Ali Babacan re rûnişt. Her du wezîr piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û got di navbera her du welatan de têkiliyên dîrokî hene û tevkariya wan dê her berdewam be.

 

Di civînê de hat diyar kirin ku Brîtanya dê li Basrayê li ser sînora Kuweytê hêrêmeke bazirganiye ava dike û Tirkiyê digel Îraq û Kuweytê di ava kirina vê herêmê de beşdar bibe.

Babacan her weha diyar ki ku Tirkiyê ji bo ku li Basrayê sefaretxaneyek veke xebatên xe dimeşîne û lewma him bi Bexdad û him jî îngîlîzan re danûstandinê pêk tîne. Hêjayî gotinê ye piştî mudaxeleya Amerîka bo Îraqê serbazên Brîtanî jî çûbûn Basrayê.

   

Dîsa hat diyar kirin ku di hevdîtina Babacan û Miliband de her du wezîr di warê têkoşîna li dij terora navneteweyî de hevbîr in. Babacan di şerê li dij serhildayên Kurd anku PKKê de piştgiriya Brîtanya xwest. Miliban jî diyar kir ku terora navneteweyî ne tenê PKKê her weha El Qaîde jî digire nav xwe. Miliband got li Brîtanya 2 mîlyon misilman di şertên gelek baş de dijîn û Tirkiye û Brîtanya du welat in ku çandên cuda cuda lê dikarin bi hev re di aramiyê de bijîn.

 

Wezîrê Tirk Babacan her weha got pereyê PKKê li Ewrûpayê pir bi hesanî digere û ev pere paşê ji bo êrîşên li dij serbazên Tirk tê bikar anîn. Babacan weha got:

 

“Yek ji hîmen bingehîn ên Yekitiya Ewrûpayê azadî ye. Di nav van azadiyan de azadiya derbirînê, azadiya komele avakirin û xwepêşandanê jî heye. Her weha çûn û hatina pere jî di vî warî de azad e. Lê belê hin rêxistin van azadiyan li gor mebestên xwe yên nebaş bi kar tînin. Lewma Tirkiyê ji Ewrûpayê daxwaz dike ku bêyî ku tu zirar bigihîje van azadiyan bila tedbîrên ewlekariyê jî werin girtin.”

 

Babacan her weha bêyî ku nave Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê li Îraqê bêje got êdî bi rêveberiya li bakurê Îraqê re wan têkilî heye lê a girîng ew e ku ev têkilî dê çawa be û naveroka wê çi be. Babacan wekî din got di warê têkoşîna li dij terorê de ji bakurê Îraqê destek were têkiliya wan dê pêşkeve.  Anku hukumeta herêmî li dij serhildayên Kurd ên li Tirkiyê çi qas destekê bide Tirkiyê têkiliya navbera herduyan hindê baş bin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Qumandarê bilindê leşkerî yê Amerîka li Iraqê tête guhartin

  Babetên din
Rapirsîyeke nû diyar dike ku MCain li pêş Obama ye
Sarkozy îro berev Rusya ve diçît bo sengî danana ser rêberên welatî li ser kêşa Gurcistanê
Dê Amerîka vekolîn li ser bûyera meha buhurî li Afganistanê bike bo kesên sivîl ku hatibûne kuştin
McCain berbijarîya bo serokatîyê ji partîya Komarî qebul kir
Dick Chaney li Ukrayna ye bo nîşandana piştevanîya Amerîka bo hevalbendên wê li herêmê
Zanista Pakistanî Afya Sediqî red kir ku amade be li dadgeha Amerîkî
Kandîdaya cîgira serokî bo Partîya Komarîyan Sarah Palin li pêş Civîna Niştimanî axift
Li Dîmeşqê civînek çar alî li ser aştîya herêmê tête kirin
Amerîka ragihand ku ew dê 1 milyar dolaran weku alîkarîya avakirin û nûjenkirinê bide Gurcistanê
Serokê Amerîka George Bush piştevanî li John McCain dike
Medvedev dibêjît ew digel Saakashvili danustandinan naket
Rêberên herdu aîyan îro danustandin li ser Qubrisê dikin
Partîya Komarî civîna xwe ya yekem li Minnesota birêve bir
Ji ber barova Gustav heft kes jîyana xwe ji dest dan
Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine ku danustandinên hevlabendîkirinê digel Rusya paşde bidin
Barova Gustav li Louisiana dide
Rêberên Yekîtîya Ewropayê kombûneke bilind dikin da li ser kêşeya Gurcistanê bi axivin
Leşkerê Amerîka desthilata kontrol kirina Anbar dide destê hêzên Iraqî
Fermana çûl kirina New Orleans hat dan berî barova Gustav bigehîte Amerîka
Roj Nûrî Şawês: Encama kombûnên Bexda ta radekê başe  Audio Clip Available
Şer û lêkdanên nêvbera serbazên Turk û serhildayên Kurd berdewame  Audio Clip Available
Vladimir Putin Amerîka tometbar dike bi aloz kirina kêşeya Gurcistanê
Obama qebul kir ku bête destnîşan kirin wek berbijarê serokatîyê û gotin avêtin McCain  Audio Clip Available
Iran harîkarîya Nijerya dike bo hevbeş kirina teknolojîya navokî
Hevpeyvînek digel rêzdar Kemal Seydo sebaret girtin û dadgeh kirina Meş'el Temmo  Audio Clip Available
Partîya Demokrat bi destnîşan kirina Obama dîrokê dinivîsîne
Serok Talabanî got Amerîka xwestibû ku serbazên xwe heta sala 2015 li Iraqê bihêle
Li Keşmîra Hindistanê alozîya li ser rehîneyan bi domahi hat
Balyozê Amerîka jibo N.Y. ji alîyê karbidestan ve kefte ber pirsyaran li ser pêywendîya digel Asif Alî Zardarî 
Hillary Clinton piştevanîya xwe dîyar kir bo Barack Obama