Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Robert Gates daxwaza bêtir seredanên bi taybet bo Îranê dikit

16/05/2008

Defense Secretary Robert Gates speaks with members of the press at the Pentagon, 08 May 2008
            Robert Gates
Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates dibêjit bêtir hevwelatîyên Amerîkî seredana Îranê bikit renge harîkarîyê bikit bo ferq û cewazîyê li nêvbera herdu welatan nehêlit.

Gates roja çarşemê li Washington bo grupeka berê yê dîplomatên Amerîkî û rêberên sîyasî axift.  Wî got Amerîka divêt rêkên derveyê hikumetê bigere bo vekirina kanalên Amerîkî û Îranî.

Wî got gelek Îranî seredana Amerîka kirîye û karbidestên Amerîkî divêt seredana xelkê Amerîkî zêde bikit bo welatî.

Peyivdarê Pentagon duhî pêncşemê got Gates bi tenê behsa zêdekirina dîplomasî, aborî û sengîya leşkerî li ser Îranê kirîye.

Wî got ku Gates daxwaza danûstandina digel Îranê nekirîye.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din