Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Nurî El Malikî soz û peyman dayî bo danana fermanekê li Musil bo tepeser kirina El Qaide

16/05/2008

Iraq's Prime Minister Nouri al-Maliki arrives in Mosul, 14 May 2008Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî soz û peyman dayî bo danana fermanekê li bajarê Musil ku dikeve bakûra Iraqê bo tepeser kirina El Qaîde.

Rêzdar Malikî duhî pêncşembîyê got ku hikumeta wî dixwazit ku zehmetkêşanên ku li xelkê Musil dibin bi domahî bê.

Şerkerên El Qaîde careke din li Musil kom kirine piştî hêzên Amerîkî û Iraqî ew ji Bexda û devera Ambar li sala çûyî xistî.

Leşkerê Amerîkî got serbazên Iraqî roja pêncşembê endamekî El Qaîde girtîye ku pêywendî bi terorîzmê heye û şeşên din yên berguman jî girtine.

Hêzên Iraqî bêtir ji 500 bergumanên milîtan li deverê girtine her ji destpêka kiryarên li vê heftîyê.

Li Bexda çekdara hêrîş kirîye ser otomobîlekê ku karmendên balyozxana Îranê têdebûn ku sê Îranî birîndar kirin û şifêrê wî yê Iraqî jî birîndar kirin.

Medyaya dewleta Îranê sebeba wê êrîşê xistîye stuwê leşkerê Amerîkî û Ajansa dengubahsên Reuters li ser zarê peyivdarê leşkerê Amerîka li Bexda dibêje ew tiştekî wiha girêdayî û baş nîne.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din