Serok Bush bernivîsa kanona xerciyên şerî mor kir ji bo dana 162
milyar dollar bo operasyonên leşkerê Amerîkî li Iraq û Afganistanê bêy diyar kirina
demê vekêşana hêzên Amerîkî li van du welatan.
Di gotarekê da li Seraya Sipî roja duşembî, serok got Amerîka supasiya
serbazên xwe diket ku li dervey welatî xizmetê diken û piştevaniya wan diket.
Serokî herwesa pesna endamên Kongiresê da ji
ber hevkariya nêvbera endamên herdu partên Dîmokrat û Komarî li ser kanona
xerciyên şerî.
Ew kanona nu, xerciya şerên
Iraq û Afganistanê didet heta serokê nu yê Amerîka li meha yek ya sala 2009
dest bi kar dibe.