Du endamên
Kongirêsa Amerîkî dibêjin karbidestên Çînî rêk nedaye wan digel berevankarên
mafên mirovan li Bêjîngê kom bin.
We biryar bu endamyên Komarî yên Kongirsê
Chirs Smith û Frank Wolf şeva yekşembî digel sê berevankarên mafên mirovan kom
bin.
Birêz Smith dibêjit gefe li wan
berevankaran hate kirin û berev cihekê nediyar hatine birin an li mala xwe
hatin desteser kirin.
Endamên Kongirêsê
dibêjin wan lîstek daye Li Zhaoxing, serokê komîteya karûbarên derve ya
perlemanê Çînê, ku keysên 734 girtiyên siyasî yên Çînê bi xwe ve digire.
Di gotarekê da bo peyamnêran li Bêjîngê,
endamên Kongirêsê karbidestên Çînê bi bikarînana yariyên Olempî ji bo
tepeserkirina mafên mirovan gunehbar kir.
Lê peyvdara Seraya Sipî Dana Perino got Serok Bush li rêûresma despêka
yairyên Olempî amade dibe, jiber ku ew di wê bawerê daye ku yariyên Olimpî
pêtiviye bitinê derbarê werzişvana bit û ji siyasetê dîr bit.