Karbidestên Iraqî dibêjin li du
peqînan bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin, heşt ji wan li hêrişekê dijî
karbidestekê Kurdê Iraqî.
Polîsê Iraqî
ragehand bombek nizîkî otombîla karbidestê Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê,
Mehemed Remezan, li parêzgeha Diyale peqî. Desthelatdar dibêjin pênc endamên malbata Remezan û du nobetdarên wî
hatin kuştin û çar kes birîdar bun, ku yek ji wan Remezane.
Li bakora Bexda, bi peqîna otombîlekê şeş kes
hatin kuştin û 14 kesên dî birîndar bun, ku sê ji wan polîsin.
Bo pêzanînên pitir li ser peqîna Diyale,
peyamnêr Letîf Nêrweyî raportek amade kirye, bo guhdarî kirin fayla dengî ya
servey vê perê kilik bike. (Dem 2:06)