Mîrgehên Erebî
yên Yekgirtî li deynên Iraqê xweş dibe ku nizîkî heft milyar dollare.
Mîrgehên Erebî herwesa balyozê xwe li
Hindistanê wekî balyozê nu bo Iraqê destnîşan kir. Ajansa dengûbasa fermî ya Mîrgehên Erebî roja
yekşembî li ser zimanê Serokê welatî ragehand ku Mîrgehên Erebî li çar milyar
dollarên deynên Iraqê û sê milyar faydên deynî xweş dibe.
Ev ragehandineş hevdeme digel seredana serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî bo wî welatî.