Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Hêriş dijî konsulxaneya Amerîkî ya Stenbolê hat kirin


09/07/2008
Raport - Dagirtin audio clip

Roja çarşembî li dij konsulxaneya Stenbolê ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka hêrişeke çekdarî pêk hat. Rayedarên Turk ragihand pênc hêrişber di nav otombîlekê de hatin pêşiya avahiya konsulxaneya Amerîkî û çar ji wan peya bûn û gulle berdan bi ser polêsan  ku li ber derge rawestiyabûn. 

Piştî vê, polêsan jî bi çekan bersiv da hêrişkaran û di encama vî şerî de sê polêsên Turk û 3 hêrişber hatin kuştin. Her weha du polês jî hatin birîndar kirin. Şahidên bûyerê jî ragihandin ku 2 hêrişber jî digel otombîlê ku pê hatibûn konsulxaneyê  bêyî ku werin birîndar kirin ji cihê bûyerê reviyan. Polês niha li dû van kesan digerin.

Piştî bûyerê fermandarê Stenbolê Muammer Guler diyar kir ku du hêrişber ku hatine kuştin welatiyên Tirkiyê ne ku navê yek ji wan Erkan Kirgiz e ku di sala 1982'an de li bajarê Bêdlîsê ji dayîk bûye. Fermandarî her weha got ew hewlê didin ku nasnameya hêrişberê sêyemîn jî bizanin. 

Fermandarê Stenbolê wekî din got bê guman ev hêriş hêrişeke terorîstî ye û hêrişber bi xwe jî zanibûn ku ew nikarin bikevin avahiya konsulxaneyê ji ber ku tedbîrên ewlekariyê gelek zêde ne lê dîsa jî hêriş pêk anîn. Polês niha tomarên kamerayên ewlehiyê temaşe dike ku bikaribe derbarê hêrişberan de agahî peyda bike.

Wezîrê Kar û Barên Navexweyî yê Turkiyê Beşîr Atalay jî sebaret bi vê hêrişê daxuyaniyek da û got hîna gelek zû ye ku ew bikaribin derbarê bûyerê de şîroveyan bikin. Lê belê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye dest pê kirin û li dû gotinên şahidan û delîlan ew dê paşê daxuyaniyekê bidin raya giştî. Atalay her weha got ew dê here Stenbolê da ku cihê bûyerê bi xwe bibîne.

Her weha hat ragihandin konsulxaneyê jî tîmeke taybet şandiye cihê bûyerê da ku sebaret bi vê hêrişê agahiyan wer bigire.  Hevdem, balyozê Amerîkî Ross Wilson jî daxunayiyek da û spasiya polêsa Turk kir. Wilson her weha got tu tişt nikare hevalbendiya di navbera her du welatan xera bike ku ev her du welat li dij terorîzmê hevkariyê dikin.

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Kandîdaya cîgira serokî bo Partîya Komarîyan Sarah Palin li pêş Civîna Niştimanî axift

  Babetên din
Dick Chaney li Ukrayna ye bo nîşandana piştevanîya Amerîka bo hevalbendên wê li herêmê
Zanista Pakistanî Afya Sediqî red kir ku amade be li dadgeha Amerîkî
Li Dîmeşqê civînek çar alî li ser aştîya herêmê tête kirin
Amerîka ragihand ku ew dê 1 milyar dolaran weku alîkarîya avakirin û nûjenkirinê bide Gurcistanê
Serokê Amerîka George Bush piştevanî li John McCain dike
Medvedev dibêjît ew digel Saakashvili danustandinan naket
Rêberên herdu aîyan îro danustandin li ser Qubrisê dikin
Partîya Komarî civîna xwe ya yekem li Minnesota birêve bir
Ji ber barova Gustav heft kes jîyana xwe ji dest dan
Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine ku danustandinên hevlabendîkirinê digel Rusya paşde bidin
Barova Gustav li Louisiana dide
Rêberên Yekîtîya Ewropayê kombûneke bilind dikin da li ser kêşeya Gurcistanê bi axivin
Leşkerê Amerîka desthilata kontrol kirina Anbar dide destê hêzên Iraqî
Fermana çûl kirina New Orleans hat dan berî barova Gustav bigehîte Amerîka
Roj Nûrî Şawês: Encama kombûnên Bexda ta radekê başe  Audio Clip Available
Şer û lêkdanên nêvbera serbazên Turk û serhildayên Kurd berdewame  Audio Clip Available
Vladimir Putin Amerîka tometbar dike bi aloz kirina kêşeya Gurcistanê
Obama qebul kir ku bête destnîşan kirin wek berbijarê serokatîyê û gotin avêtin McCain  Audio Clip Available
Iran harîkarîya Nijerya dike bo hevbeş kirina teknolojîya navokî
Hevpeyvînek digel rêzdar Kemal Seydo sebaret girtin û dadgeh kirina Meş'el Temmo  Audio Clip Available
Partîya Demokrat bi destnîşan kirina Obama dîrokê dinivîsîne
Serok Talabanî got Amerîka xwestibû ku serbazên xwe heta sala 2015 li Iraqê bihêle
Li Keşmîra Hindistanê alozîya li ser rehîneyan bi domahi hat
Balyozê Amerîka jibo N.Y. ji alîyê karbidestan ve kefte ber pirsyaran li ser pêywendîya digel Asif Alî Zardarî 
Hillary Clinton piştevanîya xwe dîyar kir bo Barack Obama