Karbidestekê Amerîkî dibêjit Iranê bitinê pêşveçûneka kêm di biwarê
navokî de pêk anî ye, herçende Tehranê ragehandiye ku bernama navokî ya wê zor
pêşveçûye.
Alîkarê wezîra derveya
Amerîkî bo karûbarên siyasî, William Burns, roja çarşembî got ku piroseya zax kirina
yoranyomê ya Iranê hêşta bi kêm û kurî ye.
Birêz Burns gote komîteyeka kongirêsa Amerîkî ku zehmete bo Iranê
teknelojiya navokî bidestve bîne jiber toleyên Netewên Yekgirtî.
Jimareka endamên kongirêsa Amerîkî daxaz ji
rêveberiya serok Bush kir da fişarên aborî dijî Iranê zêde biket da bernama
navokî ya xwe ragirit.
Iran berdewam
radigehîne ku bernama navokiya wê bo mebestên aştiyane ye.