Rûsya û Çînê vîto
bikar anî dijî bernivîsa biryareka Cıvata Tenahî ya Netewên Yekgirtî bo danana
toleyan li ser Zimbabwê.
Bernivîsa
biryarê, ku ji layê Amerîka ve hat pêşniyar kirin, da toleyên diravî û berbend
kirina hatin û çûnê ragehînit dijî serok Robert Mugabê û 13 karbidestên dî yên
berpirsyar biramberî tond û tîjiyên berî helbijardinên serokayetî ya meha bûrî.
Çîn, Rûsya, Efrîqa Başor, Lîbya û Vêtnamê
deng dijî wê bernivîsê da. Neh welat, ji
wan Berîtaniya, Ferensa û Amerîka deng bo wê bernivîsê da.
Balyozê Çînê li Netewên Yekgirtî Wang Guangya
got ragehandina toleyan dê ziyanê gehînite danûstandinên nêvbera parta desthelatdar
û opozisyona Zimbabwê.