Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Serheldayên Kurd çiyagerên Elman serbest berdan


20/07/2008

Partiya Karkerên Kurdistanê ew sê çiyagerên Elman ku di heştê vê mehê de li ser çiyayê Agirî girtibûn serbest berdan.

Roja yekşembî şandeyeke ku ji rêkxistinên sivîl yên wek Komeleya Mafên Mirovan IHD, MAZLUM DER û Partiya Civaka Demokratîk DTPê pêk dihat jî gihaştibû Bazîdê.

Dema nîvro hat ragihandin ku serheldayên Kurd ew sê Elman li nêzîkî cihê ku girtibûn serbest
Germany's Foreign Minister Frank-Walter Steinmeier addresses the media in Berlin, after three German hostages in Turkey were released, 20 Jul 2008
 Frank-Walter Steinmeier di gotarekê de bo peyamhinêran li Berlîn azad bûna çiyageran ragehand
berdan. Peyivdarê wezareta derve ya Turkiyê ragihand ku wezîrê Turkiyê Alî Babacan telefonî wezîrê derve yê Elman, Frank-Walter Steinmeier kiriye û gotiye ku geştiyarên Elman serbest hatine berdan û cansaxiya wan jî başe.

Fermandarê Agirî Mehmet Çetin got ku serhelda neçar bun wan çiyageran serbest berden ji ber operasyona leşkerê Turkiyê. 

Hevdem, PKKê jî sebaret bi vê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got wan, geştiyarên Elman li ser banga rêxistinên demokratîk û sivîl roja yekşembî sa`et 12'an de serbest berdane û tendurustiya wan kesan jî başe. Di daxuyaniyê de her weha hat gotin ku derbarê vê serbest berdanê de daxuyaniyeke berfireh were dayîn.

Hat ragihandin sê çiyagerên Elman piştî ku hatine serbest berdan anîne Bazîdê û dê radestî şandeya şeş kesî bikin ku ji Elmanyayê hatibû.

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Surîye Meş'al Temo bi nepenî ve li dadgeheka leşkerî  dadgeh dike

  Babetên din
Bazarên sehm û senedan li Asya û herêma Pasific geş bûn
Hikumeta Pakistanê stratejîya dijî terorê aşkira diket
Morgan Tsvangirai gefa vekêşandinê diket ji rêkeftina desthilatdarîya hevpişk
Serokê Herêma Kurdistanê seredana Bexda diket  Audio Clip Available
Leşkerê Tirkî hêrişê dikete ser bakora Iraqê
Rojnamevanekê Kurd li bajêrê Kirkukê hat kuştin  Audio Clip Available
Hasîp Kaplan sebaret Kêşeya Turkya û PKKê di axvit  Audio Clip Available
Qanundanerekî Şî'a li Iraqê bi bombeke li ser rê veşartî hate kuştin
Feleknas Uca dibêje endamên Parlamana Ewropayê ji Ahmedînejad re namek şandîye  Audio Clip Available
Hêrîşa muşeka Amerîkî bi kêmî neh kes li Pakistanê kuştin
Dinav bizavên hilbijartinê da herdu kandîdayên serokatîya Amerîka rexne li hevudu digrin
Petraeus dibêjît danûstandin ligel hindek endamên Taliban dikarît tundûtûjîyê kêm biket
Amerîka û Hindistan dê rêkeftineke dîrokî mor bikin
Kandîdayên serokatîya Amerîka dinav miştûmira rûbirû da sengîyê dikine ser pirsa aborîyê
Amerîka û Ewropa kar dikin ku bersiva xwe bi alozîya diravî ya cîhanî rêk bêxin