Karbidestên Afganî dibêjin heft hezar polis li
Kabula paytext hatine belav kirin da rê li hêrîşa bigrin li demê rêûresma roja
serxwebûna Afganistanê.
Karbidest dibêjin kiryara parastinê amadekarî ye bo ahenga îro duşembîyê ku eve
mezintirîn aheng e dihête kirin her ji demê herifandina derkirina bizava
Talîban ji desthilatê li sala 2001ê.
Herwisa dibêjin ev pêngave armanca peyda kirina bawerîyê ye û rêgirtine li
gefên çaverê kirî.
Ji alîyekî dî ve NATO dibêjitin hêzên wan li roja şembîyê bi bêdestî çar medenî
kuştin û sê kesên dî birîndar kirin li devera Helmend.
NATO dibêjit hêsên wan muşek avêtine komelgehekê ku xuya kir hejmareka milîtana
xwo amade dikir bo encamp dana hêrîşekê.
Û NATO got ewana nezanî medenî di wê komelgehê da dijîn.