Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Turkîye dibêje serbazên wê 16 serhildayên Kurd kuştine


27/08/2008

TurkeyLi navçeya Mûtkî ya bi ser bajarê Bêdlîsê di kiryareke leşkerî de 14 serhilda û 5 nobedarên gund hatin kuştin. Karbidestên Turk ragihand di dema kiryareke leşkerî ya li navçeya Mûtkî di navbera çekdarên PKKê û hêzên dewletê de şer derket. Di encama vî şerî de 16 çekdarên PKKê û 35nobedarên gund hatin kuştin. Alîkarê fermandarê parêzgeha Bêdlîsê Harûn Başibuyuk diyar kir li herêmê operasyoneke berfireh hatiye dest pê kirin. 

Hêjayî gotinê ye ji salên 90î û vir de dewleta Turk çek û maeş dide gundiyên li rojhilata welêt da ku li dij serhildayan digel serbazan şer bikin. Tê ragihandin niha li Tirkiyê dora 90 hezar nobedarên gund hene.

Ji aliyê din, karbidestên Tirk ragihand artêşa Tûrk li çiyayên Cûdî, Gabar, Kato û Newala Besta ya ali parêzgeha Şirnexê li dij çekdarên PKKê dest bi operasyoneke mezin kiriye. Hat ragihandin gelek serbazên Turk ên li ser sînora Îraqê jî şandine qada operasyonê.

Hevdem, fermandariya bajarê Mêrdînê ragihand di 23 ê mehê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî du serhildayên Kurd hatine kuştin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Çil û pêncemîn saliyada kuştina serok Kennedy

  Babetên din
Fuad Husên basê aloziyên  nêvbera Hewlêr û Bexda diket  Audio Clip Available
Medyaya Amerîkî navê bijarê Obama bo posta wezîrê diravî belav dike
Kardarekê Iranî bi tawana sîxorî kirin bo Israelê hat sêdare dan
Piştî dakeftina li nav bazarên Amerîka bazarên Asyayê jinûve  bilind bûn
Felah Mostefa bersiva Malikî deteve  Audio Clip Available
Hêzên nû dê li cîhanê hukm bikin
Balyozê Welatên Yekgirtîyên Amerîka bo Libya dest bi kar dike
Jibo şerrê dijî PKKê, Amerîka, Iraq û Turkîye dê bihevre kar bikin
Vegohastina Xatîra Serokatiyê  Audio Clip Available
El Qaîde Barack Obama wek "xulamê reş" binav kir
Kompanyayên çêkirina otomobîlan huşdarî dane bo encamên xirab eger ew alîkarîya Federalî wernegrin
Serokwezîrê Iraqê welatêt cîran piştrast diket li ser rêkeftina parastinê digel Amerîka
Îranî li Washington xwenîşandanê dikin
McCain û Obama piştî hilbijartinê bo cara yekê digel hevudu kom bûn