Desthilatdar li Keşmîra Hindistanê dibêjin roja çarşembîyê alozîya yek rojî ya girtina rehînan li herêma Camo ya piranî Hindu bi domahî hat piştî ku hêzên parastinê kesê dawîyê ji sê milîtanêt ku ew kar encam dayî dinav malekê da kuştin.
Karbidestan gotin sê ji heft rehînên ji alî milîtanan ve hatibûne revandin jî hatine kuştin.
Ew bûyere roja çarşembîyê zû çêbû piştî ku milîtanêt bergumanêt Misilman ku bawer tête kirin ji Pakistanê ve derbazî Keşmîra Hindistanê bibîn teqe li du kesêt sivîl û serbazekî kirin û ew kuştin. Piştî hingî wan bergumanan xwe dinav malekê da nizikî wî cihî qayim kiribûn û endamêt malbatê ji rehîn girtibûn.