Barack Obama destnîşan kirina xwe ya ji Partîya Demokrat wek berbijarbûna bo serokatîyê qebul kir tevî soz dana bo bi dawî anîna heyşt salên bi gotina wî "rêbazên sernekeftî" yên serokê ji Partîya Komarî George Bush.
Senatorê ji wilayeta Illinois roja pêncşembîyê roja dawî ya Kombûna Niştimanîya Demokratan li Denver li pêş 80 hezar piştevanên geş amade bû. Obama Amerîkanê Efrîqîyê yekê yê ku ji partîyeke serekî ya Amerîka dibe berbijar bo serokatîyê.
Di axaftina xwe da li stadyuma tije Obama gotin avêtin berbijarê partîya Komarî John McCain û got wî 90 ji sedî dengê xwe digel serok Bush daye.
Wi soz da ku şerrê Iraqê bi şêweyek berpirsyar bi dawî bîne û şerrê li dijî El Qaîde û Taliban jî bi qedîne. Wî herwisa rexne li McCain girt bi piştevanî kirina şerrê Iraqê li şuna ku hewl bide bo bidestve xistina rêberê El Qaîde Osama Bin Laden.
Li ser babetên navxweyî jî Obama soz da ku bacê kêm bike bo malbatên kar dikin û dê kêm kirina bacê jibo kompanyayên ku li derveyî welat kar dikin qut bike herwisa ku ew dê girêdana Amerîka bi nifta Rojhilata Navîn bi dawî bîne.
Belê bizava hilbijartina McCain bo wê axaftinê got "ew axaftine şaşîyê radigihîne" û "digel qelsîtîya" Obama yê senatorê dora yekê li hev nayê.
Guhdarên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, hevkar Heyder Kerîm li Denver bo Kombûna Niştimanîya Demokratan amade bû û bi rêyek zindî di bernameyên radyoyê de hewe ji nûçeyên derbarê destnîşan kirina berbijarê vê partîyê agahdar kir. Eger hûn bixwazin guh bidine raporta hevkarê me ji kerema xwe re li jor li fayla dengî guhdarî bikin û herwisa jibo raportên berê li ser rupela Audioyên Kurdi guh bidine bernameyên me (www.voanews.com/kurdi/broadcast_table.cfm).
Herwisa Dengê Amerîka bi zimanê Îngîlîzî rûpelek bi taybet derbarê hilbijartina serokî de amade kirîye û hun dikarin ji ser vê adresa li jêr bala xwe bidine agahîyên derbarê hilbijartinê de: http://www.usavotes2008.com/