Karbidestên Louisiana fermana çûl kirina wê wilayetê da berî barova Gustav roja
duşembî bigehîte başora Amerîka.
Fermandarê bajêrê New Orleans Ray Nagin roja yekşembî daxaz ji
rîniştevanên New Orleans kir da guhê xwe bidene fermana çûl kirinê berî barove
bigehîte wî bajêrî.
Wî got hatin û çûn
bi şev dihête berbend kirin û jimara polîsan du hind dibe û soz da her kesek
talanê biket yekser dihête girtin.
Li
sala 2005-ê ziyaneka mezin bi bajêrê New Orleans keft piştî barova
Katrîna.
Serok Bush destûdarê tengavî ya
federal bo wilayetên Louisiana, Mississippi û Alabama ragehand.
Barova Gustav ziyaneka mezin gehande welatên Kûba,
Camayka, Haytî û Komara Domenîk û bi kêmî ve 80 hatin kuştin.