Rêberêt Yekîtîya Ewropî kombûneka bilind dikin li Brukselê da li ser kêşeya Gurcistanê bi axivin û jêknegirtin dinav wan de hene ka çewa bersiva Rusya bidineve li ser maytekirina wê di wî welatê herêma Qafqasê da.
Brîtanya dixwazît ku danûstandin li ser hevkarîya Yekîtîya Ewropî û Rusya bêne ragirtin bo dîyar kirina nerazîbûnê li ser kiryara leşkerî ya Rusî.
Fransa û Almanya bizavê diken bo danûstandina digel Kremlin.
Rusya huşdarî daye ku ew dê bersivê deteve dijî her kiryareke Yekîtîya Ewropî ku gefe bît li ser berjewendîyêt wê.