Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

Kandîdaya cîgira serokî bo Partîya Komarîyan Sarah Palin li pêş Civîna Niştimanî axift

04/09/2008

Alaska Governor Sarah Palin at Republican National Convention 3 Sep 2008
              Sarah Palin
Kandîdaya cîgîrê serokî ya Komarîyan Sarah Palin roja çarşembîyê bişev li pêşberî Civîna Niştimanî ya Komarîyan axift û berevanî ji tecrubeyên xwe weku bajarvana bajêrê biçûk û fermandara wilayeta Alaska kir û herwisa avête berbijarên Demokratan jî.

Palin gote nuneran li St. Paul li wilayeta Minnesota ku Demokrat li gor peyvên wê "bi çavek biçûk berê xwe didine tecrubeyên wê."  Palin got bajervanî weku hindê ye ku tu rêkxerek civakî bî megerte berpirsyarîyên xwe yên rasteqîne hebin.

Karek ku berbijarên Demokratan bo serokatîyê anku senator Barack Obama hebu yê ku li wilayeta Chicago rêkxerek civakî bû.

Palin got ew dê biçîte Washingtonê ku xizmeta Amerîka biket û ne weku bizavê biket ku piştgirîya medyayê û herwisa naskirîyêt Washingtonê werbigret.

Palin pesnê kandîdayê Komarîyan bo serokatîyê anku John McCain da û weku kesek hejî ye bibîte qumandarê hêzên Amerîka da nasandin û got ew li ser rastîyê bû demê piştgirîya zêdekirina serbazan li Iraqê kir.

Guhdarên Pişka Kurdîya Dengê Amerîka, hevkarê me Jani Dîlan li St. Paula Minnesota li Civîna Niştimanîya Komarîyan amade ye û li ser vê babetê raportan dişîne radyoyê.  Eger ku hun bixwazin guh bidine wan raportan ji kerema xwe re li ser malpera me li rupela Audioyen Kurdi ku li destê çepê xuya dike guh bidine bernameyên radyoyê.






emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Çil û pêncemîn saliyada kuştina serok Kennedy

  Babetên din
Fuad Husên basê aloziyên  nêvbera Hewlêr û Bexda diket  Audio Clip Available
Medyaya Amerîkî navê bijarê Obama bo posta wezîrê diravî belav dike
Kardarekê Iranî bi tawana sîxorî kirin bo Israelê hat sêdare dan
Piştî dakeftina li nav bazarên Amerîka bazarên Asyayê jinûve  bilind bûn
Felah Mostefa bersiva Malikî deteve  Audio Clip Available
Hêzên nû dê li cîhanê hukm bikin
Balyozê Welatên Yekgirtîyên Amerîka bo Libya dest bi kar dike
Jibo şerrê dijî PKKê, Amerîka, Iraq û Turkîye dê bihevre kar bikin
Vegohastina Xatîra Serokatiyê  Audio Clip Available
El Qaîde Barack Obama wek "xulamê reş" binav kir
Kompanyayên çêkirina otomobîlan huşdarî dane bo encamên xirab eger ew alîkarîya Federalî wernegrin
Serokwezîrê Iraqê welatêt cîran piştrast diket li ser rêkeftina parastinê digel Amerîka
Îranî li Washington xwenîşandanê dikin
McCain û Obama piştî hilbijartinê bo cara yekê digel hevudu kom bûn