Cîgirê serokê Amerîka Dick Chaney niha li Ukrayna ye ku dawîtirîn rawestandina wî ya seredanê bû bo çend welatên Sovyeta berê bi mebesta nîşandana piştevanîya Amerîka bo hevalbendên wê li herêmê piştî kiryara leşkerî ya Rusî li Gurcistanê.
Firoka Chaney roja pêncşembîyê li firokexana Kiev danî berî ku bo şîvê digel serokê Ukrayna birêz Victor de kom bibe.
Cîgirê serokî ji firokexana Kiev çûye Tiblisî ku li wê derê digel serokê Gurcistanê Mikheil Saakashvili kom bibe demê serbazên Amerîkî kelûpelên alîkarîya mirovanîyê digihîne wan kesên Gurcistanê ku ketine ber zîyana jiber şerrî.
Li konferanseke hevbeşî rojnamevanî Chaney got kiryara leşkerîya Rusya li Gurcistanê ne munasib bû. Wî herwisa got Washington sozê dide ku dê Gurcistanê bîne nav NATO.
Rêberê Gurcistanê got welatê wî soz daye bo çareser kirina ser vê kêşeyê bi awakî aşîtîyê û spasîya civata cîhanê kir bo piştevanîya wê dikit.