Rapirsîyeka nû dîyar kir berbijarê partîya Komarî bo serokatîya Amerîka John McCain yê li pêşahîya hevberê xwo yê Demokrat Barack Obama ye bi rêja 4%.
Dezgehê Gallop ya rapirsyarîya bo rojnama USA Today kar dikit dibêjit senator John McCain bi rêja 50% li pêş e beramber 46% linav dengderên hatine tomar kirin.
Rapirsî dîyar kir ku senator John McCain pêşkeftin bi destve îna piştî kongra niştimanîya Komarîyan li heftîya buhurî û destnîşan kirina fermandara Alaska Sarah Palin bo postê cîgira serokatîyê.
Di programeke kanala CBS duhî yekşembiyê birêz McCainî xwo bi hêza guhorankar nasand li demê partîya Komarî pitir diravî li bizava hilbijartina xerc biket.