Amerîka û Ewropa kar dikin ku bersiva xwe bi alozîya diravî ya cîhanî rêk bêxin lê belê serokê Amerîka George Bush dibêjît dê wext pêdivî bît berî ku aborî carek din vejîyet.
Serokê Amerîka roja sêşembîyê dinav axaftina xwe da jibo xwedîkardarên biçûk li wilayeta Virginia sebaret bi pêwîstîya hevkarîya bihevra ev gotin kirin.
Wî got herçend Amerîkî ligel wextek gelek bi zehmet berev rû ne, welat dê di dawîyê de bi aborîyek bihêz ji wan alozîyan derbaz bit.
Berî hingî birêz Bush bi rêberên Brîtanya, Fransa, Îtalya bi rêka telefonê behsê alozîyên diravî kir. Wezîrên diravîyên welatên endamên grupa heft li berin vê heftîyê dereng wext li Washingtonê bihevra kom bin û behsê pirsgirêkên aborî bikin.