Serokê Amerîka George Bush rêkeftineka dîrokîya vekirina bazirganîya navokîya sivîl dinavbera Amerîka û Hindistanê da îmza kir ku bibîte qanun.
Roja çarşembîyê dinav rêûresmekê da birêz Bush got ew biryare rêzgirtin e ji pêywendîyêt berev zêdebûnê dinavbera du demokrasîyêt herî mezinêt cîhanê da.
Wî got ew rêkeftine îşaretekê didete cîhanê ku Amerîka dixwazît dostatîya wan welatan biket, yên demokrat û berpirsyar bin.
Wezîra Derveya Amerika Condoleezza Rice niha tête çaverê kirin ligel Wezîrê Derveyê Hindistanê Praneb Mixercî roja eynîyê dîdarê pêk bînît û wê rêkeftinê îmza bikin.
Rêkeftin dê domahîyê bi 34 salên qedexe kirina bazirganîya navokî ligel Hindistanê bînît, dê rêkê bidete Amerîka teknolojî û keresteyên navokî bifroşîte New Delhi li hember hindê ku Hindistan rêkê bidet vekolerên navnetewî hinek demûdezgehên navokîyên wî welatî bipişkinin.